Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Pîrê, Baxçe û Adar Pîrê li ber caxên pencereyê bayekî spî yî bê lekan, hêlekan pêgermokan digerîne li ser sîseqerqaşiya berfê sêv serma dikin hê xeber nîne ji havîna Deşta îdirê çivîk li ser darê serma dikin Adareke tembûrî ye baxçeyê me Kurdewarî diguvin daniştvanên çila yek yek nas bikin: ev, Hirmiya şêranî ev, Gêlaza xwînî ev, Bîşenga helbestî ev, Xoxa xunavî ev, Mişmişa banî ev, Sêva zivistanî li ba me, li wan deran bîstê Adarê zivistan e bîst û yekê wê, li bêxçe bihar e Dayê, gulîbirrê, Xwezayê ez di bextê te de me bi bêriya te ketime, boşhal im ji janan jan diceribînim ji halê xwe re dibêjim diya min a dilhebîniyê min dîsa bihebîne, ez kurê te me 1 Pûşper 1999 / Bahçelievler - Stenbol Pîrê: Navê bagereke destpêka Adarê ye. Jê re Gîskê Pîrê jî dibêjin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz