Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Kawa Nemir

Kawa Nemir

22 views 0 likes
“Min jîyana xwe anî heta vê derê…” Salveger, Odiseas Elitis I Wate pabend e li gel Dema kavilan Tu pêşî wê ajdana bêdawî di bîr bîne Û xwe girê de bi sewta avê ve Ya ku dengekî xwînî jê ma Talan û tajana li ber gulvedana şiva dengbêj Jê û pê ve ne ti tişt Ku perr û baskên min ên giran tên bîra min Pûrtên wan li ser sinên zangên gewr qît bûyî Wisa, ez ji pişta dengê gerdûnê ketim Bavê min ê perawêz, di tarîya xwe de, mir II Li ber kozikên berbanga li gêlî asê bûyî – Maka laleşeya şînî, ne berê, lê niha reş – Min sewt wergerande zanyarîya sîyan Da ku jibîrkirina gûlikan bikim dar û dîyarê xwe Ewa ku rizgar dike pabendbûna li gel rehan Tîne ji zêya wê sewta avê û wî dengê xwînî Yên ku li perên sînemdeftera zerbûyî dikevin Kêrê dadiweşînin li birîna bedew a dilsozîyê Wisa, ez hîn bûm bê çawa dar dirêjî avê dibe Û bê çawa eylo cawê esmên diderizîne III Û li vî niştimanê xwe yê dûr û derez Ez hogirî bendewarîya nebez im Dibişkivînim kêlên li zar û zimanê tevizî ketî Kel li canê xwêdana hewşa kumreş dikeve Diderize girtîbûna pencereya sewdaser bo rihanê Dûpişk bi xwe vedide li ber vê bedewîya berbad Ku şînxalî ye hişyarîya min a sermest Dişeride ji qewlikê xwe yê patisqe Wisa, ez sekinîm wek kevirê bendewarîyê Û min dît berûya xwîn li berê meyî IV Çîya livîya, lîlav ma di bîra min de Peyva helisî bizar kir terazina bêheydade Ga û masî pê ket, bû serhonazê dibîranînê Tiştekî min çêbû, ku her tişt tê re derbas bû Ji papa genî heta bi sêva ku li ber e bikeve Ji şaxa xwe ya li ber sekeratê Pê re peristgeha xef nûr û neder weşand Çîlevîla zarokên zinarîn li ber jejerûna zêstanîyan Min ev şadîya bilemelem kola li dilê xwe Û ziman li min gerîya bi dîtina ku min çîya dît 01.02.1996 – 02.05.2014 Enqere & Amed

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Kawa Nemir
🛒 0

Your Cart