Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez û tu di daristaneke esmanî de kîp dibin, ez û tu: şoreşa me ya gulên şêstper li ser piştê bila... Baweriyê bi Xwedê tînim, kêliya ku li te binihêrim: Pûngên li ber avên pirnisî difûrin... Rûyê erdê peyvên xwe yên şîr fêrî me dike: Birûsk û tavanên meymeskî, gurregurra lêvên me... Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim: Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de... Pîlaqeke ji salên 60`î diçîzîne, dîlana cinên bajêr: Dîntiyeke ji peyvên nisilî mezin dikim bo te, bo te... Meyzê, destên min ên bedew yên te ne, yên te ne: Katjimêra Mezin li hêviya xaniyê te yê dêrîn e... Ez bo janeke qerase ji dayik bûm li ber sîtavka daran: Bîşenga min a sêwî bejn avêt, bû rêwî... Diçim mêtiya te bimijim, ev zanyariya zozanan e: Dêrî veke, ji keviran hinneya porê te kişand min... “Vira Radyoya Yêrêvanê ye!”, vira êvara dargerînkan: çendî şên in şaneşînên hênik, şox û şeng çendî... Rûyê erdê rûyê min e, sûretê min di cemala te de: Avên ku dikişin cem karxezalan radiperînim...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz