va ye em hatin dûrî bajêr hêwirîn,
em ê çend salekan li vir bimînin bi qewlê kevirên reş,
li binîya pozê gêlî û çîyê, di nava mêş û mozên dirinde de,
em ê nebînin hingura ku pênc hezar sal e sîqal dike
birc û bedenan, wextekê em ê nebînin ziman çawa zingezinga
xwe di nava kolan û alûleyan de vedişêre.
li wir, di nava avzêma keser û kovana Rohilat de,
serêşîya me ya nezanîya navên kulîlk û gîhayan
dena xwe da zimanê ku li ber neonan dîn dibe.
va ye lewma em hatin dûrî bajêr hêwirîn,
em ê çend salekan, li ber sîya daregûzekê bimînin.
17 Nîsan 2001
Çavkanî: Nûdem, hj: 38, r: 39, 2001
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kawa Nemir şiirlerine dön