Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
di rêleke zilindar re dibihurî gewdeyê min sunetiya nasnavên xapînok, peyv tûj dibûn tûj dibû dîroka ku rê nedida mêvanên xapexap li her qonaxeke xwekuştinê li ser min ferz dibû deyax li ber siya heyamên zilindarê ku bêriya rêlên kûr tîne bîrê li erdnîgariya kesirî min êşa xwe ya kevnesal avête mêzîna berikan li bazara pêşmergetiya ewran xerîkî şanoya ku berê xwe daye başûr bi tenê karesat tê lîstin li ber vê cemawera xumexuma alan a bixumam hunereke pîs ciwaniyeke emirqutî zanyariyeke pûçkemilî dikoje deyaxê bi nifireke ku betal nabe bi rûyê xwe yê lenetkirî didim şivtera xwe ya helbestê li ber we çavê min li riya wê biharê qerimî rojekê te dît aviyeke almastî bi ser deştan de girtiye çavê min li riya wê biharê qerimî û li vir, li ser hevsenga niştimana Gamasî namoyî, deyaxê dawî li temenê danavî anî di qiblenumaya helbestkarên mirî diramim: dûr ji kaviliya Fîsê, lo Kawafîsê lîs! ma ez ê li biyanistanê xeware bibim? Gelawêja 1995’an / Stenbol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz