Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Bo Yılmaz Güney I nêçîrvanên şeva Mezopotamyayê nîşangerên me yê dêrîn; dik û pêşangeha kuştar dernekevin ser riya rewendan, ew rewend in li çiyê peristgehên wan asêgeh in nobedarên zang û zinaran, siyên çekdar in wê dîsa ayînên jinûvezayînê li dar bixin wê dîsa rûyên xwe li dergehê êgir bidin lewheyên ku bi destên xwe veşartine rûyên xwe neteweya porzîpkirî, yezdanên çiyê ew ji rojên reş re dan, pê dizanin çîrokên zarokiya kal, helbestên lal, kilamên wêlewêl raz ne ew ax û kevir in hûn dikin cam û camekanan rûyên wan bikolin, çavên wan bi wan din şopên li ber dilovaniya rewrewka dîrokê çolî û çolistana kihêlên ji mêjûyên sêlakî firidî bizûre li min bayê sayî, welatê bayî havînên zarokên te yên porzîpkirî bihurîn bi firotina çexşûr û tûsî û ji dorgeya xwe ya xalî wî kurê gelêrî yê nestrî heyat xitim kir li ber çongên pêxemberan dakete bajêr, da ku êgir bidize agirê ku bi heyatê ve zeliqiye zimanê te yê din; serhildan û fermana xwe ya pêşîn û dawîn eşkere kir ji neteweya xwe ya kordunde re: Pişta xwe bispêre çiyê û bixwîne xwe! II me çavên xwe vedikirin, perde vedibûn jê mişextî, têlên zagonî û mêraniyeke nehûnandî li ber siya kevnar a daretûyan, ên hewşên havînî hênikiya daristanî, ya deştên cezîre Rojhilata çîrvanok, kişwera hevrîşim me çavên xwe vedikirin vêk re -pirrbûna me bûn çavên me, ferhenga me, lalome û raçandî- rê dikişînin li ber çeman, niha zîv zîv kildayî şerm meke, dibê'm, ku pê bikevî, yek bêrîkirin, yek jî zarokî baş e şerm meke, bibe zarok, bibe bêrî III û niha awirê min hingûreke zozanî. min ev awir ji çiyayên Pinyanişî anî, li tevna eşîrên dereng xist. ji avên helbestî têm; ji rûbarên zimanekî boş. li hêsiya çavên te dinihêrim, mij û moranê girtiye. tê de golên tenê, ku qulingên evdal xwe berdidinê. û niha awirê min çayxaneyên ku tê de gurmîniya vîdyoyan diteqe, nehwirandina hozanî. heynek derbas bû li ber siya qesasan, sînema têk de şewitandin, neman lehengên berê jî, derbas bû zarokî li ber dîwarî, li nava kavilî, axx zarokî axx, qirmeyeke yekderb î. IV yên dergehên sînemayan li wan hatin daxistin yên dergehên welatan li wan hatin daxistin yên bê nav hespê zarokiya xwe tijî kirin serbazên cotçardehxur, em ew gernasê sûretê me di hêsiya çavên min de niha şervanekî şeşderb e Yêlmaz û navê min ê zorgayî ne mirî me, radizêm li Pere-Lachaiseê V baranên çilesrîn î li xubara porê me dibarîn - dibarîn, di bedewiya me ya anîzaz de rewaya erdê - li çiyê dareşîlan dişikestin, gul dixeyidîn, bi her meytekî re dîrokek dihate veşartin, li eniyan dirifa xwînê ewa ji hemû dêlindêzan mayî baran dibarî tu bibêje, dibihurî nîvê temen, xortanî bû mêraniya me ya pêşîn û li kuçe û kolanan, fena reşên rojê, kişandina cixareyê; titûn, mij û keldûman pêkan bû çîroka serîhildana pêşîn li nava civata bêserî bi yekem dildariyê û bi baxên mişmişan, ên spartgeh lê niha dibêjî fena lêva ajansa êvarê, ezîza te çûye çiyê, şevê bi ser kokeleke awirbaz de digire lê ez ê çawa ji bîr bikim yekem ramûsana wê çavzeryayê dibe'm dîroka ku ketiye pey wateya xwe berik, şirîta filîmeke şoreşger û serbûriyên bûyî tara bêjingê niha VI û bi sersîçeyên xwe yên nebînayî tirsnak (bi qasî axê bedew) şervanên zivistanî ketin xewnên derevebûyî -li derve, derî û derwaze giş dadayî, bi kû ve biçûyayî, serhildêriya çiyayan a paldayî, kemînên di devê tivingê de kîp, dîroka çanda pevçûnê ya devkî - bi kû ve biçûyayî şervan (gelarêzana xortaniyê ya dawîn) tevî temenê me ew çalakiya serwerzeman bi kû ve biçûyayî çiyayên rizgarkirî, deynê xwînîtiyê yê reha, bajarên milîtan rehleya ku qewmê bêbext kir perdeder, ew dîroka nêçîrvan niha hêmayeke tûj û bi lûtke ye dastana bi zindî hatî veşartin jînenîgariya şêt û hêçketiyan, a qebraxên nûdem, ey xwendevanên kevir û hît ên Xeza, Sabra, Şatîlla û Amedê di sedsala ayetên reha de hûn ê çawa biqevizin di ser serdemên dereng re ku şoreşa di nava şoreşê de nebînin VII ziv zîv kildayî çavên te li ber çeman gezêyên ku dibin derb û derdên şivanan bi mohra Mezopotamyaya dildaran li hêviya xwe bibî tê vegerî tê vegerî hewşa mala xwe ya siya daretûya kevnar li ser sêrî bûyî êvar tê vegerî li diya xwe ya ku av reşandibû li dû revoyên rûbar *Havîna 1994'an - Tîrmeh 2006/Stenbol **Salname, Weşanên Lîsê, 2009, rr: 28-31

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz