Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Pîma wekî pûmayekî girgîn û lap binecî di çavîka împeryalê ya spî de kuta dike dîmeneke bo dîroka me binê zemanan bi destê min bigir Pîmayo li daristana şaristaniyên asparagas nîne ciyê me binecî ne em li ser rênexşeya daristana xwe ya xef em pêk ve ne, gewdeyên me li dûrî biviran katjimêreke naylon î tîrşikestî hesta dema derewîn dide ciyên ku em bikaribin biçinê serdemên ku em ê tê re bibihurin etlezên ku wê tê de li me bigerin kurtebirriya bihevrebûna me ye, ne stêle ye hindikahiya me ya terkeser pê dizanim, şêt î tu lo Pîmayo li nava deryayên kûr xwe ditelînî dinizilî perava parzemîna bûnewerê pê dizanim, berbelav dibî lo Pîmayo li nava daristanên kûr bi wateyên kokqelînek Same westa cemserî ya jêrhişên bêetlez li strûyên gakûviyên xwe stêrkên rênas û şopger ji ber wê ye şev hêwra xwe datîne li Bakur ji ber wê ye li ser serê her Sameyekî dîwana stêrkan her niştimanên ku tapoyên wan nehatine standin dê rojekê bêne standin bê guman û Sameyên stêrkzarok postên mamûtan li cendekên wan û Pîmayên binecî û sorgevez di sûretên wan de mifrezeyên keştîsaz dê vê tariya ku dîroka me lê hêwiriye bi stêrkên tilismî yên li ber devê kevanê bê guman dê bêne hev li têkçûna serê her sedsalekê te pirsa xezala xerîb û xerîbîstanan kiribû beriya ku me yê dest bi vê dîmena bo dîroka me dûr bikira gelo dê vegere, min got, ax ew xezala çiyayên Ruhayê? dê vegere bê guman ew ê jî vegere li gel roya li ser serê strûyên xwe 20 Sermawez - 3 Berfanbar 1996 / Stenbol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz