Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
“Zînê li gel findê bû cot Rûnişt ji xemên xwe re got” Mem û Zîn, Ehmedê Xanî I Li vir, li vî xaniyê dêran ê ji ber siwarçakê min ê çavşîn mayî, rûniştî li ber bêrehmiya dema stewr, tekber şikber, li pêgermoka ku riya min dibe ser kendalên baz, her şev, her şev, em tev, - li gel sawîrên ku ji nava şaxên erxewanan de dijenînin - guh li guhdariya gakûviyê ku diniqute ji gewriya xwe de, li vir, li nava zêdebûna ku bi demê re mirov diçivîne, bi xêra beyaniya ku dê darbinçeng be, nas dikim, bi têra xwe birîndar bi xem û xeyalan, nas dikim, em dijimêrin katjimêrên xwe yên ku dikumişin ser hev, çawa ji nişkê ve gewdeyê agir û alav dagêr dibe ji lûtkeyê, çawa ji hindav de diteqe volkana li jêrê, em dijimêrin katjimêrên xwe yên bayî yên mala miriyan. Eza banûyeke weza, çav li bapora ku xeware dibe li nava mij û morana stûr, a vê nîgara bi dîwarê derizî ve, diheje ji ber kûrhenaseyên jina ku li qatê bilind, bi meymûnê xwe yê keçel re govendê digerîne, li ser serê min ê betalkirî, awirên siwarçakê min ê şîn xûz bi ser min de, seraqet vêdixe cixareya min a Gitannes, seraqet bi min de diteqe qirmeya leganî, seraqet tarî me, li vî biwarî me û hê gelek biyavên ku mîna qalikên pîvazê jev vedibin; hevkat dirijime derdana derdan a yekî ku amade ye min bigevizîne li nava çarşevên seten, xwîna min bimije ji giyan. Min ê ev bigota, “Tu here, ji min nayê. Sê gewde ji ber min çûn, sisêyên bûyî arî. Çav bi hêsir, hişyarî cîhanê bûm her car. Tu here, Fûrûxê, te dî paşê hatim, paşê, te dî.” Min ê tev ev bigota, çawa min gotibû xwediya vê mala miriyan. II Dalaneke xikîxalî bû jiyana min a li gel mîrzayê min, yên ku dimane dawiyê, em fêrî zanyariya hişkbûn û weşanê dikirin, em hildidan dibirine beyaniyên mêrg û çîmanî, em pê dibaniyan li hê tiştine dîtir, tiştine dîtir, sardonya bûn, bi katjimêrên min re bi ber bayê êvarê diketin, bi ser aramiya pak pîvandî û rokirî ya malikên çarserî de digirtin. Rabûme ranebûme, eza mêşeke di hundirê cama bênuma de diperpitim, rabûme ranebûme, her dûr ji hatûçûya, pîlansaziya, xwedermankirina ku ji şeva çûyî de li hundirê vê mala miriyan tevdigere vedigere. “Belê, Fellini, na, Bergman, na, Trauffut, kê nemirandibû ev hevok?” Ev û hê tiştine dîtir, ku jê re gelek temen divên, heke bikaribî reha bibî ji têgehên gopalî yên tûteberî û ku ji bîr nekî zarokekî çênekî. Eza li ber nermebayê qesas ê leylaqan, ên di navbera min û awirên wî yên şîn de, li guhdariya pêlên ku xwe li pêlşikênan qerase dikin, min Na’yek nîne li jêr banê vê mala miriyan a dêran. Danê ku bi tenêtiya bişkoj re dirije kunê nîvşeva hespên tor, danê ku kêliyên monokrom berhev dike ji şêniyê xwe re, xwe diedilînim navika pirsine bêçine, alazine bêdestpêk û bêdawî, “Gelo îro lê dim herim wê kafeya ku ew awirê birçî ji min ditehmije? Gelo kevlankê xwe biguhezim, ji xwe re karekî birêkûpêk peyda bikim? Qewaneke derizî daynim ser, bi wî re berî bidim kepûyeke Halîkarnasê?” Ev û hê pirsine dîtir, ku min vedigindirînin vê cîhana bêban. Xeyala cime’ata min a xeyalî ne xeyala min e; serreşên zilindar in, devkurmî, keleş û rêbirrên birîndar in, ger çi jar in, ji XWE gunehkar in. Belam wî şewata şehwetê dadida di min de. Palemarî xewa xweş dikir. Ev hestiyên min in, ev jî hebek arî. Piştî xitimkirina rojnameyên selexane, piştî têkbirina bêdengiya li ser serê min qerimî, çu neşêm bilivînim cîhanê, çu neşêm bibêjim, ku deriyên beyaniyê dê vebin bi ser baxê nemir de. Na, dernakevim nediyariya xwe. Ez ê li hêviya xaçepirsa wî bimînim, ku mîna şêtan stûyê xwe dişikêne, gulên tawanên xwe helal dike. III Mi go, kevçiyên çayê kin in ji fîncanên kûr re, mi go, ev gewdeyê şil ê siwarçakê min ê şîn e, çu nikarim ava bikim qesra xwe ya bextewariyê, heta ku hilneweşe lengergeha Çengelköyê. Belam ev çîroneka dara min e, şaxên wê her du milên min, qurmê wê mala mêran e, dêran e, bûye kêran ji ber derbên kêran; belga min ji darê de dikeve, dikeve, dikeve, ê wî hey tajiyê lingşewitî ye li çil û çiyayên welatekî bejî, malûmatfiroşekî welatê xwe li ser selpakên zarokan avakirî, siwarçakê min ê ji qewmê serreş, ku dengê wî digindire newalan. Belam diviya dema cam hûrhûrî nebûya, nedêraya şevên aram, piştî pêgermokên kefegevzik, piştî fişargoyên sik, qey min peyda kiribû Siyabendê xwe yê ku kêlî tirş dikirin: “Nebî tu lê dî herî! Dizanim, tu naçî. Tê herî? Neçe, tevî her tiştî.” Kulên min taqet nakin bipirsin, qey di nava sê mêran de mame? Gulên min qet nakin bitirsin, ev çend e em diçilmisin? Kavil, kavil, mi go, tev ev e nas dikim ji kêliyên hişyariya xwe. Mi go, lê ez bi janeke qerase re zewicîm, ew çû, di ser wê pirê re ku nehişt ez hilweşînim. Piştî mîrê min ê hezkiriyê hespên tor î spî, va ye pêkolî dike derya, dikurisîne daw û devlingên qesra min a kavil. Qaqlîbazên fêlbaz î tîr têne çavên min, vê şeva şîn î şil. 20 Berfanbar 2007 – 1 Reşemî 2008 Bahçelievler - Stenbol *Ji pirtûka wî: Salname, Lîs **Bi destûra wî hatiye weşandin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz