'Ji bo Xecê'
giyanên binefşan li ber tavê bûne mêvanê nalîk û balîfkê,
çêreya li ber dîwaran rabûyî lê ye berba bibe,
teqereqa bajêr dinizile kefa du piyan bîreyên sar,
-Bi te çi ye bajar? Bi min gorepanek, kolanek û şivanekî* jar e bajar
pîreke xoşebîr Mirzayê Biçûk dixwîne
çav carinan wisa berjorî esmanan dibin
ku li wan deran ji bîr dike awirên xwe yên cihû
cûcikên çolê yên Mûşê; tivîlkên kurdiya yekgirti
li esmanan diçêrin, pencereyên kafeyê li ber bê diçirin
Garson, di guh de wolkmen, li Şakiro guhdar e:
"Axa Şerê Kopê kê kir? Walle axa, Şere Kopê te kir."
*Guillaome Apollinaire, Alkol, helbesta bi navê Herêm
**15 Pûşper 2001
***Ji pirtûka wî "Selpakfiroş", r: 55
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kawa Nemir şiirlerine dön