Bayê dest î qeşa, ku dimerêse pelên çûr,
Zûrezûr pifî lem û mişarên hişk dike berk,
Ji heçeyan de dide ser dar û beran devê şûr,
Ji hingê ve Gîskê Azeban gomê dide terk.
Tonek den û rengên hûr-zer radiweşin êdî,
Dadiweşin ser kirr û kewşenên gord û nerdan,
Ku qoqên ‘enîqul lê tot dibin hêdî hêdî,
Heçko radibin dimeşin ji ber kevnê derdan.
îja! Vêga, dê kî xwe hilde û di bîr bîne
Wê çîroka ‘hezê ya pîyar, û bizikrîne
Bê çawa derwazeyê ‘heyatê hate radan
Bi ser salên mak de, arê kulê hate dadan?
Wayla Payîza xweşheyûla! Qîza anîzaz!
Welamê bid, hew danavî bik gedeyê nasaz!
01.10.2015
`Hepsa Midyadê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kawa Nemir şiirlerine dön