Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Kawa Nemir

Kawa Nemir

19 views 0 likes
nikarim berdim geşta li etleza helbestê ya razbar her jiyîna veşartî her bi wî awayî kedera çolistanê kesera avê xezalên mirî li miyandawa peyvan a dilê min digihên şopên xwe peyveke kevin berkeniya maran e êdî berkeniya qerisî peyvek e li rêbûriyê hatiye gotin - kesera ku nayê berdan paşê bagera ji ber xwe mayî didî bi pêşnumaya nexşeçolistanekê - tê digihîjî tu têk çûyî dibî katibê şopên xwe qesasê serê kelaxên peyvan çolistana li nava te vediguhere obsîdyenê dimirin xezal berdidî dev ji yên ku tu nikarî dev jê berdî 1 Kewçêr 1996 / Stenbol

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Kawa Nemir
🛒 0

Your Cart