Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Hewş bêdeng. Dem û dê derbas dibe tê re bêna. Dar e esmanê zarokê ku sîlebendên xwe vedijenîne. Avreşîn dikin du dest, bêdengiya şil, welatê dema qerisî. Ez im, tîtikên min in şer çi ye nizanin, yek jî Xwedê. Xwedê, ewî ku dimire li çiyê, dê dilovanî didê. Lêbelê çiqlên dara qeysiyê ne milên min, yek jî Hayastan. Min hîç keşeyên ku şevê li xwe dikin nebû. û wê kêliya ku kesî ji min nepirsî, min hesp afirandin. Bijiyên wan bakurî, bayî, min ew ji çiyayekî dûr firandin. Kalikê min, kalikê hemû kesî, rîhanan dadiweşîne. û hîç namire, hîç namirim, nabim gûlik. Wiha wiha fêrî tenanetê dibim, di xwe de kedî dikim. Ezra, bazirganê şaş, mirovê qenc î berevajî, kokel. Hewş bêdeng. Ez im, hespekî sêw, dîsa ez im, ez hesp im. Radibim dadikevim kuçeya seranser erxewan î binefş. Têm Lila Downs didim ser, ji xwe peyayî diya dilovan dibim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz