Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Lo, bedewê dîrokê, parsenga xwe gurc û pêç, Barê li ser piştê ba, bê serkele w doxhevsar, Zîn avêtî l' bêlanan, mayî li tangên qelêç, Tevî 'ewrên berzîn, Lo, çakşervanê bêhesar! Bijiyên Te diwaline destên min, dûredest Û serbest diçêrî l’nava mêrgeke ‘esmanî, Ji wê besta binê zemanan de, dikim mebest, Hê jî, tim, dil dikim vegerime wî zemanî, Heyna k' , Lo, cara pêşîn çav bi Te ketibûm ez, Te disivsivandin best bi dêla xwe ya qamçî, Simê Te yê kod, çêre dikire lod, dûr-derez Te radiparzûnandim ezê dîl, tî û birçî... Lo, lendehorê ku nayê zeftê, îro d' qeftê! Ew şehîniya bextewar, hêj revo b' revo tê. 1 *25.04.2016, Mêrdîn *Soneyên Sewdaser, Avesta

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz