Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
________________ Bo Cemîl Denlî (Pêşgotineke helbestî) kes lex min ve nayê fenanî berateyekî li çolemetiyê li ber dilovaniya bayê germ, pûç dike, ji kerkeneyê dilzar dibûm va ye, ez jî bûm kerkene kes lex min ve nayê ez çawa mirim, tê bîra min dilketî bûm, hatim gewixandin I. em bi rê de diçûn, hêvî dibû bazar me rê neda gêzikvanan me du tişt ji girdava jînê parastin: çivîkên mirî û zarokneteweya me ya selpakfiroş ew in esl û feslê vê demê vebêjên fesîh ên vê kuçeyê, vê kolanê II. em diçûn ber taqên bajaran, me şitafek dida xwe - mirov çawa ku pêsîra çakêtê xwe rast bike wisa -- li binê kevaneyên dergehan radiwestiyan em di rêwîtiyeke nû de aliyên me yên daristanî çi divên di çûneke bêşêwir de bi dilekî kelodîn î gîhadirûnî me bîr biribû van agahiyan kevneqapûtên me pênûsên me Mem û Zîn şakiro Ciwan Haco serdanpê bi rêk û pêk di bîbikên me de qurnefîlên me qurnefîlên me ew zimanê nexşeya me yê hevçerx çima mirinê tîne bîra me? III. min tu dişibandî qurnefîlekê ji qurnefîlan ez mirovekî bê paseport im, zirav im, helbestkar im kurê dayîkeke bindest im dizanim, peyvên min ne almastî ne pirr diaxivim dizanim şoreş e, yar e, neyar e, giyanê nalebar e wê li min, li te bibe haho ye binpêkirin e binpê dikim ez ji te hez dikim IV. kes lex min ve nayê pace caxû caxû, dinihêrim li bajarê qaqlîbazan mîna pilingekî birîndar e payîn ku di hembêzê de evîneke qedexe mezin dikim hînî dirrindetiya mirovane dikim dibehicim, dadiwerivim, dibarim baran dibare rezê xelkê dêliyên min hişk dibin ew kilama kevnar e ala navxweyî hil dike ____________bi destê min û bi destê te: Malbrough s`en va-t-en guerre! Dieu sait quand reviendra!* çalak e helbest, dirrindeya deman devbixwîna kediyan, kelimandina bêzimanan (Bêhnvedanek) di çîçika sibehê de, darên kedî li ba dibin xunavê xwe li min girtiye katjimêr pênc û nîv li te difikirim Bêrîvan tê gihiştî Bêrîvan hezkirinên me bûne şervan ma ji te re henderan ma ji min re henderan (Benîşt dicûm, qedexe ye; dîsa jî kes pê nizane...) malî ava dîroka min a hêçketî te wilo lê anî neteweyek kor dinihêre, kerr dibeze ma qey tê derevekirin evîna derketî serê çiyê bi zimanekî bêzilam, ku pêgermokê digerîne di navbera Serkeftin û Rojbaşê de V. ne xema min e qebqeba rikewê heke dernekeve stêrka Mexrebê gilî dikim, ez im hilma Xwedê yekpare giyan, dûrebîn im tu bi bayê şilfîtazî tu, dena xwe didî min dixulxulim li ser lêvên te biramûse birînên min ên civakî û dilêr ew jî şoreş e ku fêm bikin bêçekên evînê xeyala kûr e, zimanê dûr e wateya li qaşa gustîla neteweyan nivîsandî evîn kordunde, evîn Kurd û winda ez dildarê te yê kevnar im hatim ji hezkirinên rewend diçim, li ser zimanê min kilamên berbend temen dêris dibe, pûç dibim kal dibim, kal dibim, kal dibim ji girê dîrokê ve yara`m min bihewîne Bêrîvana`m VI. û hogirekî dilêr î fena min evdal digot: "Gavekê bi şûn ve mevêje ji şervaniya hêmayê. Rêka ku em ketinê, pê dizanî, tê binavkirin wekî "serdestiya demê." Lê dirêj dinivîsî tu vê kerratiya helbestê." min ji we re behsa rihanên ber devên geliyan dikir rûbarên esmanî, çemên ku miriyên me hilanîne behrên kûr, ku diteyîsin li binê bijangên me me xwe avêtiye bextê birrekên xwekuştinê yên tûj em diçin, şoriya zeryayê; em diçin, benderên _________________çûyînê ye û Rênas, tû rênas î, çiyayên enternasyonal têk de dinasî ya ku ez dikim, bila bimirim, bimirim, bimirim dîsa jî, helbesta evdal ji gund ber bi bajêr ve bînim helbet, Hêma pirseke civakên hêçketî ya karesat e niha Tofan e, li çiyê Nerûdayekî gêrîla ye û jandana me dûr dikêşe ew kilam jî, ew kilam, ew kelama zêrgar jî şûşeya dilê şikestî cebar nake bi tenê, hê jî dibêjim lê me bimirim nemiriyê û venegerim jîna kûr dîsa ku awirên Bêrîvanê ne, refek qulingên niştimanî ___________________xwe berdidin golên xalî gelo çi ye ji vê serbûriyê mayî ______________________ku min venegotiye? *: Kilameke Frensizî ya kevin: "Malbrough diçe şer! Xwedê dizane wê kingê vegere!" (Salname, Weşanxaneya Lîs`ê, 2009, Amed) __________ Ji bo Kawayê ku bûye dîwarê min î şerejiyanê Spasî bo Hoşyar, Diloyê Qamişlokî, Roza, Hisoyê Koçer û Tehloşêrîn -û ji kardoxan vir ve hevalê min: îsmaîl Geçîcî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz