Ordeka şaxa Cizîrê
Devliken û awirtîrê
Mijangxişt û ebrûkevan
Heftê hûrî dikim qurban.
Biskên xelek, guliyên zer
Lê reşandin misk û amber
Mahîrûyê, bi xalên qer
çavên belek, burhên li ser
Kirim pîrê derd û keser...
Li spîdê çû geşt û gerê
Ne îro dê sib vegerê
Ew dîlbera dil didaxê
çû nav bexçê gul û baxê...
Li nav bax û li perê çem
Wek her caran, wekî herdem
Bi saz û ney dikir semah
Olan dida Wan û Kemah...
Pêsîr, derzî, toq û benî...
Li ser sîngê pev dikenî.
Lê min nedît, wilo gotin
Dil û cergê min disotin...
Li ber riya wê’y vegerê
Mame benda, her çav li rê
Ya reb xwedo! Wê kengî bê
Karxezala çal û şêbê.
Dema hat di min buhurî
Dil ji min bir, hiş ji serî
çavên di reş, pora zerî...
Sed caran kuşt Bro Omerî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bro Omerî şiirlerine dön