Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Derdê me kûr e, barê me giran Me hildaye ser sitû û milan Li her çar perça dengê me kurdan Gazî û hawar, axîn û. Fîxan Xweşmêrên gernas ketine cengê Xwînê dirjînin bi top, tifengê Li Cûdî,.Gabar… Di her astengê Li ber xwe didin bi qîr û halan. Bi nivişt û xişt, bi serjenîşan Bi bertîlên pirr û bi bexşîşan Ji eniya me naçe ev nîşan Wekî Mazlûm got “Jîn e berxwedan.” Berxwedan xweş e ji bo azadî Di nav gelan de bi şad û merdî Serê xwe rakim, bêşerm û fedî Ji ser me diçe dîlî û talan. . Rabim bigerim li vê gerdûnê... Konekî vegrim, bi xwêdan, xûnê, Konê azadî, yê serxwebûnê... Da li bin bigrin govend û dîlan. Govenda roja cejna azadî Kevokan berdim, kevokên sipî Da bidin gelan mizgîna aştî Li welatên din, digel Kurdistan.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz