Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Em her du di rojekê de hatin dinê. Tu li koşkê Li ser doşeka ji periyê çivîkan Û... Bi gulavê şûştibûn. Ez li çolê Ser berfê Bi ava sar... Em her du di rojekê de giriyan Tu ji şadî... Lê ez ji xem û bedbînî. Te kamranî mêtibû Lê... Min perîşanî...Xizanî... Rojekê emê her du bimirin Wê tirba te ji mermer Bi kulîlk û beybûnên Spi, sor û zer... Bi pey te de şîn... Lê tirba min nenas, Winda... Bi pey min de bêdengî... Kincên min. Çavên diya min bi xwîn... Ma wê ev nalebarî ta kengî bidome? Dawiya çîrokê de Rastiyek heye keça delal! Rojek wê bê... Roja rabûna giştî Li pêşberî Dadgerê Dadmend Tu dê deyndar... Bêmaf ... Stûxwar... Û... Destên min li pêsîra te Mafdar, Dozvanê mafê xwe, Xwîna çavên dayîka xwe... Bextawar...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz