Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bro Omerî

Bro Omerî

17 views 0 likes
Ez şervan im!.. Şervanê kurd Dikim şerê azadî... Hêvî û aşitiyê... Şervanim ez!.. Kamran û serbilind... Mêşek li derdora min... Kelmêşek li ber guhê min... Vinnn. Vinnn. Vin... Geh digere... Geh datîne... Lê nakeve bala min. Şervan im ez! Li hêlîna teyrê baz ... Ne şerûd im... Dilovan im... Aştîxwaz. Natirsim ji goristana marên mirî... Goristana reş û tarî. Ez im tav... Ez im ro... Ez im agir... Jînedar im, Jiyanê didim Mirov… Riwek… Lewir... Şervan im li Zagros... Agirî... Gabar... Dilsoz û bendewar... Li Heranê berdar im Bextewar... Ez şervan im! Şervanê Kurd. Pêşiyek li ber guhê min... Vinnn. Vinnn. Vin... Hebûna wê ... Ne li bala min.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bro Omerî
🛒 0

Your Cart