Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sersal li nav Kurda j’ezel Bûye cejn û şahî ligel, Roj, sêzdehê rêbendanê Li bin berfê, bin baranê Piştî nîvro, danê esir Sersal despê dike b’esil Zar digerin li nav taxan Pîroz dikin sersala wan. Devê derê nûzewicî Heta derê pîra birçî... Li temen, rewşê napirsin Ji nedanê jî natirsin Bi awazek xweş û şîrîn Hemî pev re dikin qêrîn: “Serê salê, binê salê Xwedê lawek bidê malê.” Nûzewicî, pîra birçî Şekir, mewîj didin sebî Sebî kêfxweş, pîrê dilgeş Dibe êvar tarî û reş Ji nû şahî destpê dike Bi dîlan û bi qirdik e Xortên mezin, ên bê simbêl Tevdigerin wa pêl bi pêl, Bi sazbend û bi qirdik in Bi govend û bi teplik in. Qirdik yekî zana û jîr Hema bêjin “Noel Bapîr,” Rih û simbêl pê ve dikin Riwê wî jî tenî dikin ; Di dest de dar, simbêl û rî Mîna kalek heftêsalî... Li pêş, qirdik, paş sazbend e Koma xorta didin bende Wî mal bi mal digerînin Salek bi xêr dimizgînin Sersala wan dikin pîroz Hinek savar, dirav jî doz... Piştî şahî kuta dibe Dahatin jî par ve dibe Wekî bira, mîna hevpar Par ve dikin dirav, savar... Daxwaziya min ji Yezdan Tim şahî be li nav kurdan.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz