Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Yara min nû çardeh salî. Şeng û şox û pir şepalî Qendîla ji donê arî Şev ronî kir, hîv li tarî.. Bejn û bala wê’l hevhatî Li Laleşê tak nebatî Ya Reb xwedo çi miletî Berîvanî an serxetî.? Çavên belek, burhên kevan Mîna durê dev de diran Kenşîrînê, lêv erxewan Paşla wê de du kewkeban. Kofî kêlê ey serwerê Tûtiya baxê Enqerê Dame ber şilfa xencerê Kirim bê keys û meferê Qama dirêj, bejna zirav Aja benav li perê av Gulav rijand ser bisk û dav Qelen xwîh e lê ne dirav... Mîna xemrê xemrevîn e Dil bexçê kêf û evîn e Di xemê de xewrevîn e Evîndar mest, gêj û dîn e. Bi qîr û zarî nola bilbil Perwane ye li dora gul Tîr avêt bi awirek sil Simand sîne, simandî dil Dêm sêva sor kakuk reş e Li nav bexçe şox dimeşe Baq bi baq gul jê diweşe Bav ecem e, dê hebeş e... Şox û şeng û meş kevokê Gul û nêrgiz û bihokê Takrîhana li ber cokê Biskên xelek, pelxîlokê. Biskên li ser xalên di qer. Lê barî bû misk û amber Hatin semah b’sira seher Keça hûrî li nav beşer... Bûm Siyamendê Silîvî Bi tîr û kevanê zîvî Neçîrvanê peza kûvî, Lê ji min ne dikir hêvî... Bû bengiyê wê dîlberê Dayê soza mêrê berê Can û cesed jî tê herê Bro Omerî jê nagerê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz