Tu Newroz î
Xwedî doz î
Her pîroz î
Li Kurdistan.
Bi raman î
Berxwedan î
Tim jiyan î
Cejna kurdan...
Newroz e ev
Lê roj û şev
Dibe wek hev
Bi deqîqan.
Bûye sersal
Anî bihar
Jiyan da dar
Kuşt zivistan.
Nexweşî çû
Xweş bû ji nû
Sernixûn bû-
Ye Ehrîman.
Xak xemilî
Kat û gulî
Çol û gelî
Bû gulistan...
Tim hêvî ye
Aşitî ye
Wekhevî ye
Li nav însan...
Pir kevnar e
Şahî b’ar e
Yadîgar e
Ji bapiran.
Alan rakin
Ser milan kin
Û li ba kin
Pîr û ciwan...
Xortên di rind
Yên serbilind
Li şar û gund
Bikin dîlan.
Ev e; Newroz...
Wate û doz...
Bikin pîroz
Bi dil û can.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bro Omerî şiirlerine dön