Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Keça Kurd e, serbilind e Bejinzirav, pir-î rind e Şeng û şox û xweyî rûmet Karxezala şar û gund e Keçên delal, keçên ciwan... Hember zilme serî hildan Ji bîr kirin şe û hine, Neynik, mûçing, kil û kildan. Berê diçûn şkefta keçkan Dolab dirêstin bi sitran Îro li Botan, Serhedê Cengê dikin digel halan. Bi eyarşîrk bêrîvan bû Sitrana Memê Şivan bû Dotmama Duwanzde pismam, Evîn û xewna xortan bû. Kûzê avê li ser Milan Dest û pêçî li çembilan Di rojên cejn û şahiyê Diket hêlan, dikir dîlan... Bi tûr û xilç digeriya Li nav rez û çol û çiya Ji beyanî ta êvarê Berhev dikir kereng, giya… Berhev dikir sergîn, qurmik Bona ardû, bona tepik Evîndar û mazîçin bû Hem şivanê kar û berxik... Ew tişt hiştin li wê rewşê Rahişte darê keleşê Xwe bi rextan rapêçaye Bilezgînî çû şoreşê. Şoreşger û şervan e ew Bi sond û bi peyman e ew Nabe bûk, dê û kebanî Heta rizgar neke netew. Pakrewana gel û welat Rizgar dike war û kelat Nexşeya welat xêz dike Bi xwîna xwe, bi kêferat Li çiya, di baregehan Di nav kom û refên şervan Dike şerê azadiyê Hêviya Kurd û niştîman.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz