Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mijê girt ser welatê min, ka heyv û ro, ka asîman Ket ser şar û kelehên min, tîr tê’r naçe mijek giran, Avsipî bi çavan de hat, rê û rêçik tev winda ne Li berya min aso dûr e, bergeha min bûye leylan... Derdan heland hinav û dil, diaxivin kul û birîn Janê daye dilê bi kul, ji ber daxan dikim qîrîn, Dikim hawar, gazî dikim li heval û li cîranan Ji birînan nêm bicok in, ji çavên min çemên bi xwîn... Gur bi hêrîş ket nav kerî, ne berx û mî û ne beran Gurê manco dest neda wan, bi zanebûn çû ser şivan; Ro hat girtin, roj tarî bû, can şewitîn bi ar û pêt Gel bêhêvî, li her derê haho hawar digel fîxan... Lê dayê li te nemayê, stranek şewat binehwirîn Tê de derd û kulên giran ‘jana dilan’ bihêwirîn; Bila kurd û dinya alem hayîdar bin, rabin ser xwe Tevbigerin, lêbipirsin, derman bikin cerh û birîn...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz