Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi şalê kesk û sor û zer Bi pêlaven bendik li ser Dame ber sed tîr û xercer Deh li dil da, not li ceger. Ji kulîlkan taca wê ye. Ji sazê hat, westa û mest Lê rast hatim wa dest bi dest Min maçek ji lêvên wê xwest Got: “Ma bi çi maf û mebest? ” Min got: “Ew jî baca rê ye.” Bi taca kesk, sor û zerî Zarşîrînê keça perî şeng û şox û eşqperwerî Li Amedê, li Agirî... Ji zîv û zêr, birca wê ye. Keça ciwan, lêv erxewan şalê rengîn li nav milan Kase kef de, hate eywan Tîr avêt dil Dil disotin bi awiran şiva xosê bejna wê ye. Li ber masê şox rûdinişt Mey dinoşî, qedeh dimijt Lêv li camê şopek dihişt Min cî girt li masa tenişt çavên min her li fercê ye. Bi nazî li min zîvirî Kenî, got: “Ey Bro Omerî! Wele jêkin dest û serî Ji te pê ve, kes ne yarî.” Ev; peyman û merca wê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz