Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
welat li bin piyê neyar miçiqîn co, kanî, cobar.. kavil kirin gund û cîwar sotin giya, devî û dar... zivistan bû, rojek pir xweş ez û kenzan bi dilê geş derketin nêçîre bimeş min dît du teyr ên di çavreş... yek jê baz bû, ne cî û mal tîtî bi me re bû heval... ne marmarok û ne kevjal; welatek bê dar û ajal... derketin ji nisêbînê min dît bazek li kemînê geh radibe, geh datînê... berê xwe da cibiltînê... em çûn qeraçê zorava li hevraz û li ber ava ne mirov, ne gundek ava... ku li wan bikin silava. omerî lo tîtiyo! li vî warî çima wisa tu dizarî? ma kanî ew qewmê arî bi ku ve çû; kîjan warî? tîtî law û nevî yên di medan welat terk kir, zevi berdan .. ez û xiltekî kor lê man bûne hêvî; bûn notirvan... omerî kanî şalûl, kanî bilbil?. keyf û evîn dixistin dil... kanî reyhan; kanî simbil?.. kanîn qitik ên çavbikil?.. tîtî mame ez û xiltê nebez geh li hevraz, geh li nav rez. .. em kar dikin bilez û bez li zorava û li kepez... welatekî bêmecal e warê egît; warê zal e... xwedî îro ne li mal e; xilt cot dike; ez jî pale... kenzan ji tîtî re got, “ezbenî! ezman zelal, ro dikenî... vaye baz, ma nêçîr kanî?.. ew çemên coş, mêrg û kanî...” tîtî li vî warî û li çiya ne dar şîn hat û ne giya... bêkes maye warên medya xilt cotyar e; ez jî keya... kenzan bi dengekî kelogirî: hey wax keko! bro omerî xeynî tîtî, xiltê gurî kes nemaye li vî warî... kan î cotyar, kanî gundî?.. vaye mezel, kanî zindî?.. vane zevî, kanî xwedî?.. xeynî tîtî yê bêfedî... tîtî kenzan! ka em werin ba hev biryar bidin bi dil û dev em kar bikin bi roj û şev... bikin warek aram, lihev... bi tevahî, bi kêferat bi dil û can bikin xebat... ava bikin gund û binyat jiyanek nû bidin welat...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz