Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
li nisêbîna hemdem û rengîn payiza paşî dar û gul xemgîn. danê esirê pirî tengijîm bo hilmek azad, pê dilxweş bijîm derketim nava baxçên girnewas ji kul û derdan bibime xelas... warekî pir xweş tev baxçe û dar ne kaşekî hov, newal û zinar... ji sal heta sal bihar û her dem her alî hêşîn wek baxên îrem. bi meşek hêdî, gavên pir giran ketim nav pêlên derya gûmanan... şalûl û bilbil, kewên xebxebşîn ser serê min re azad difirîn. ez wilo şad û ji xwe bi bawer wextekê bijîm bêderd û keser. kêf û şadiya me kurdên bindest dadigere şîn, xemê demildest... gurên devbixwîn, har û bêperwa nêçîr dikirin li erd û hewa berê xwe dane riya midyadê xezalek rabû ji nava qadê... yeke pir xweşik, bi nav û nîşan hêviya kurd û kara niştîman... destvala, bêçek li vê dinyayê şêrê elî be tu deng jê nayê. dane ser piştê bi “ewtîn, zûrîn” ji dev û qîlan dinisilî xwîn... bêmefer kete destê nemerdan ji wê rojê ve bûm pîrê derdan. bizav çênebû ji mêr û merdan li taxan dengê dahol û dîlan... gelo ev kurdên tevizî û xav ta kengî bijîn bêtac û nasnav?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz