Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîlan di dîlanê Şîn bi ser şînê de... Ev kî ne? Aya ev ayîn, Ev rûçik ê min e? Gelo ez im Ê di stûyê wi de toq, Mêjiyê wî qeyd û bendkirî Di nava keriyek dîl de… Laşê di nav xakiyan de hatiye çewisandin? Gelo ez im Ê bi tarîtiyê hatiye fetisandin; Ew sawîra ku ronahî wenda kiriye Di nava wan çavên “Tisîna mar” de mayî ye Û... Ji keriyê xwe hatiye dizîn Di nava artêşa serkeftî de Bi ala spî?.. Na!.. Ne ez im, Ezê di mirêkê de; Ne ez im Ê di tariyê de stran digotin. Mêr im, Serhildêr im ez! Avên bi coş difûrin, Xilava sor dipijiqe ji mêjiyê min. Asê me ez! Agirê çiyan Çiyayên bi rûmet, Yên serhildanê Û ... Biserketî, Di dilê min de, Di zend û bendên min de Hene ku... Coşa bi wan Mîna mizgîna cejnê… Dibêjin: “Çiya, çiya, lo çiyanino!...”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz