Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Keça perî Wa da derî Hiş çû j’serî Wexta seher, Mijank xişt in Dil dikuştin Awirxencer. Zarşîrînê Nazenînê Xebxebşînê L’ber hêlînê Meşkevokê Li ser dikê şev û rokê Mame li ber Wey nazikê Pir xweşikê Awir rikê Dil qul dike Digeriya Li her ciya Keçperiya Bi bask û per. Gula zinar Derket ji xar Min nû dît yar Bi tac û dar. Lêvên şîrîn Bûm har û dîn Kirim bê vîn Işqa dîlber. çav kil dida Perde hilda Heyv li çarda şev ronî da çavxezalê Camzelalê B’ava xemrê Hiş bir ji ser. Por li ser mil Kezî bi gul Bisk û qişt in Dil bûye kul Keça ciwan Lêv erxewan Ji gewheran Taca li ser. Pora tarî Gulav barî Bro Omerî B’ah û zarî Bû bilbilê Wê sorgulê Rih spî kir lê Wechê xwe zer.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz