Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Du xortên kurd, li welatek biyan Piştî demekê, serî li hev dan Bi hev û din re kirin guftûgo; Bigilî, gazin, xemgîn, dilkovan... “Li gor derfetan, karê me ev a Ked û renca me çû badîhewa. Rabe ey bira! Em herin welêt, Ji derdan re dê em bibin dewa... Rabe ey bira! Li me dereg e Dest li kelemçê; ling bi pereng e. Kurdistana min li bin piyan çû Kavil, şewitî, gişt toz û zeng e... Bira! Pêwist e em herin çiyan Nava kulîlk û gul û sosinan Digel gerîla têkevin cengê, Bibin hêviya gel û niştîman...” Du leheng ji wir rabûn çûn çiyê Li baregehan û li beriyê... Cehd û berxwedan, mîna pilingan; Bav bi wan bawer; dê bi hêviyê... Şerê xwe kirin, biserfîrazî Peywîr qedandin, ew bi xwe razî... Di dilê gel de hêlîn çê kirin... Yek ji wan şehîd; yek ji wan gazî...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz