Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bro Omerî

Bro Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
Erê dilo, lo lo dilo! Agir kete sênca çilo... Dinya alem bûne dewlet Kurdistana min ma wilo... Dilo rabe bilezîne Bike hawar, biqîrîne Dinyayê pê bihesîne Kurdistanê bivejîne... Tewlo dilo, jarê dilo! Agir ketiye sorçilo... Dinya alem serbixwe ne... Kurdên gernas, mane wilo. Dilo rabe xwe bide hev Biryar bide bi dil û dev Karwan Xabûr li pişt xwe hişt Ro çû ava, li me bû şev... Erê dilo, lo lo dilo! Agir kete sênca çilo... Dinya alem bûne dewlet... Kurdistana min ma wilo... Dilo rabe, dilê leheng Bi tevahî û bi aheng Em bixwînin pirtûk, ferheng Bo felatê em bikin ceng... Tew lo dilo, jarê dilo! Agir ketiye sorçilo... Dinya alem serbixwe ne... Kurdên gernas mane wilo... Dilo rabe! bi halê xwe Bike qîrîn li gelê xwe... Wekî şêran biçin çiyê Têbikoşin bi dilê xwe... Erê dilo, lo lo dilo! Agir kete sênca çilo... Dinya alem bûne dewlet... Kurdistana min ma wilo... Dilo çima tu rawestî Bê biryar û tu bê hest î... Ez helandim, mame hestî... Li qada şer, şûrşikestî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bro Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz