Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Min digot qey tu caran ez ji te venaqetim û dilê min bi keziyên te ve girêdayiye Tim û tim min xwe di nav bajeniya te de didît Bayê bakûr tu şêrîntir û yê başûr tu nêzîktirî min dikirî Ezîzem Em ruhek bûn di du bedenên cêwî û sêwî de Lê melkemotên û ruhstînan di derengiya şevê de em bêxatir ji hev veqetandin û min ji keziyên te ji xweziyên te ji hêviyên te û ji dilê te yê evîndar xatir nexwestin Nêrînên stûxwar ên li deşta çavên te bûn birûsk û xwe berdan ser dilê min li şûna ferîşteyan û hekîman celad û evînkujan birînên min vekolan û ez ber bi çarenûsa Memê ve birim ey Ezîzem Ez li ber pêlên xeyalan û kelepçeyên neyaran ketim Min xatir ji te nexwestin û bûm dîl Lewre ji nava dîwarên sar û xewlegehên polayî ez dibêjim xatirê te ey Ezîzem Xatirê te *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 21, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz