Min çend payîz dîtin
Bêyî ku dar pelên xwe biweşînin
Ez weşiyam, êşiyam û hejiyam
Bûm Babe Tahir û bêpel mam
Min çend payîz dîtin
Tev emirxwer û bikeder
Her pahîzekî ji emrê min ê bêmirad
emrekî Nuhî bir û
deriyê zivistana Zagrosî li min vekir
min çend payîz dîtiin
xatirxwaz û bernişûv diçûn
û ez li benda bihara xwe mam
lê bihara min nehat û nehat
Ev bedena bedîlkurt tim payîzxwer ma
Payîzê ez, û min payîz xwar
Min çend payîz dîtin
Lê min tu nedîtî bihara min
Û vaye bêxatir û xeydok diçim
Bêveger û dilşikestî diçim û diçim.
*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 13, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bahadîn Robar şiirlerine dön