Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Dil dixwaze li te bibe mêvan Ji bêhn û rengê nêrgiz û sorgulan Bi tevî dengê şalûl û bilbilan Ez bikirê te me ey gulîstan Ligel Mûnzûr û Ferat, Bestan û Zîlanan Bi Cûdî û Gabar, Herekol û Sîpanan Bi tevî alal û sosin, berfîn û şîlanan Ez bikirê te me ey Gulîstan Bi çem û newal, co û Robaran Bi gul giya, lale û lalezaran Tevî deşt û çiyan, mêrg û pesaran Ez bikirê te me ey Gulîstan Berf û baran, tevî sir û cemedê Hewlêr û Qamîşlo, tevî Mehabad û Amedê Botan û Xerzan, tevî Dêrsim û Serhedê Ez bikirê te me ey Gulîstan Bi gelî û çiyan, deşt û zozanan Ligel êl û eşîr, hoz malan Bi tevî hunermend û dengbêj û hozanan Ez bikirê te me ey Gulîstan *24.04.2012 zindana Amedê *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 73, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz