Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

20 views 0 likes
Ji berî ku ev giyan ji vê bedenê derbikeve li mêrg û pesarên te Kulîlkên reng bi reng aj didan Binefş û sosin, nêrgiz û beybûnan şax didan biharên te rengîn û payîzên te bihêvî bûn Berî ez ji te bêm dûrxistin asîmanê te sayî û kolanên te bişahî bûn li raserî çemê te gerdengazan geşt û geriyan dikirin û mêşên hingiv li Rezê Mîran diçêriyan Berî ez ji te bêm dûrxistin Kaniya Qesaran zelal diherikiya û Mem û Zînên te seyd û seyran dikirin Mele û keşe, qewal û hahamên te li hev biaş keyf bûn Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj min dît ku kulîlkên te çilmisîne û êdî demsala te bûye zivistan û asîmanê te kelogirî û biewr û gewr e Qeqlîbazên te baskokirî û gerdengazên te dîl û zend û bend kelepçekirîne Teyrên leşxur û mirovên evînkuj jiyana azad dorpêç kirine û li şûna mêşhingivan kermozên bijehr li Rezê Mîran hêlînên xwe çêkirine Melkemotan kozik û kemîn danîne û li benda goriyên nû seydê dikin Bekoyan li ser Kaniya Qesaran konê xwe vedane û Memên dilevîn û cegerxwîn dixin davikan Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj min dît ku Bircên te kavil û hêviyên te baskşikestî ne Mele û keşeyên te xeydok û qewal û hahamên te ji ol derketine Erê, piştî vegera min a ji bo te min dît ku evîn jî wêran bûye Çavreşa min! *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 31, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bahadîn Robar
🛒 0

Your Cart