Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

3 görüntülenme 0 beğeni
Min şevê din di xewna xwe de li raserî çemê Dîcleyê kon vedabû, û di xirbe yên Kela Finik de guşeguşa herikîna te xeyal dikir. Kelh xirbe û xeyal xirbetir bû. Ez li “ ey av û av”ê digeriyam, bêdeng û pêjn Têhniyê te bûm û pêl bi pêl min xem û xeyal dadiqurtandin. “Awirên heybetpiling” di peyaleya dil de bûbûn çemê evînê û dilkeser dimeyandin. Şevê din di xewna min de Beko uryan bû, û fêrmeskên gunehbarî û tobedariyê dibarand, Û min ji destê Edûlê qehweya ceng û evînê dadiqurtandin. Ferihaya Çerkez dildiza min bû û di şûşe ya dil de Gola Wanê dikeland. Şevê din min Leyla ji sêdarê xilas dikir, Û hemû benên xenêqer û agirên bedensoj di Xêbûr de berdida, û bi bayê evînê re digeriyam Şevê din hemû evîn û evîndar li ber kaniya Zemzem mêvanê xewna min bûn, Lewre şevê din ava Zemzemê ji dilên evîndar diherikî û kul xem li ber xwe dibir xewndara min.. *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 11 Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz