Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez gerokekî evînê me û tême ber stara keleha bejna te, Ji roja roj ve şervanê rastiya bêrûpoş im û dibim nobedar li ber herdu bircên çavên te Ji Robardilê xwe berê kelek û keştiyan didim Robarbihuşta dilê te. Tu dizanî, tu benderevîna dilê min î, Lewre îro li dilê min bûye tofana evîna te û li ber pêlên evîna bêbinî ketime û ber bi kendava te ve têm, Ez bûme Nuhê hemdem, tu jî ji min re bibe Cûdiyê Miradan û di dilê xwe yê pîroz de cih bide keştiya min a li ber tofana evîna te ketî Bila vê carê jî ez bibim Nuhê evînê û ji vê tofanê rizgar bibim û weke Mem ji bo Zînê, ez jî di herdu bircên çavên te yên Belek de bibim cangorî û bila li ber keleha bejna te ev giyan bibe gorî, bila bibe gorî da ku Robarên evîn û azadiyê zelal biherikin ey çav birc û belekê! *09.04.2013 zindana Amedê *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 87, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz