Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez dayîka mirovahiyê me Carinan bûm tovê jiyanê li Kevana Zêrîn, carinan jî Kawa û agir, Med û Medîstan Ji bo Zerdeşt û Manî, Îbrahîm û Eyûb bûm dê Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Ez Gulîstana gel û baweriyan im Hembêz dikim kurd, asûrî, keldanî û ermen suryanî û mihelmî, ereb û tirkmen Bihuşt im ji bo fileh û êzîdî, cihû û elewî hem ji bo misilman û enel heq û zerdeştî Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Li dêrê ayîn, li mizgeftê xutbe û li lalîşê atêşgeh im Li kenîşteyê ritûel, li cemxaneyê sema û li perestegeha zerdeştî ez max im Kelhûr û lekî, hewreman û goran kurmanc û dimbilî, lorî û soran çiya û banî, çem û kanî, bi Amed û Silêmanî Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Ez tevna mirovahiyê me reng bi reng Berbanga dîrokê û binemala şaristaniyê me kêlî bi kêlî bi benê civakîbûnê hatime honandin û min gav bi gav şahidiya serdemên dijwar kiriye Dayîka Kîbele, Nînhûrsag û Îştar im Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Li Pîran, Dêrsim û Mahabadê bûm dilîstan Ji xwînê gulîstana min hat avdan Bûm Çarçira û Deriyê Çiyê û li Dêrsimê meydan Sêdar hatin vedan û li “geliyan” bûm pakrewan Ne Palû û Gênc, ne Helepçe û Barzan min gelek tofan derbas kirin wekî wan Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Ez nehatim windakirin û li ser kokê jîn dam Careke din li jîngehê bûm hêvî û tîrêj bi tîrêj belav bûm mîna rojê Di havînek dijwar de bûm vejîn u hevî bûm tilîlî û ceng û berxwedan Ez paşve neçûm û li hember înkarê bûm gule, û di germahiya tebaxê de bûm pêt û gurî Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Min ji nû ve roj afirand li çar hêlan û ji hembêza xwe derpêşkirin Egîd û Ferzan Min ji holê rakirin têl û sînor, înkar û zor Li jêr û li jor hemû co bûn yek Robar Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! Êdî li ser dilê min kulîlkên rengîn aj didin û di keleqiçîna havînê de li rojavayê min roj hilat Bûm tovê jiyanê û bûm bayê azadiyê Pêl bi pêl belav dibim seranser Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! *14.07.2013 zindana Amedê *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 89, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz