Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Çiyayê Cûdî pir bilind e, ji derdê dilê min Çemê Dîcle diherikê ji rondikên herdu çavên min Cizîra Botan xweş bajar e, sebra ruhê min Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min. Doşeka min erda sar, berfa spî nivîna min Çiyayê Botanê balîngehê li bin serê min Şirnexa rengîn gul e li ber bêhna min Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min. Bajarê Nisêbînê sor bûye ji kula dilê min Bêhekîm û bêçare, xwîn diherike ji birîna min Bi soz û ehd wê tim tu bî doza min Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min. Kanî kek û xwîşk, kanî dê û bavê min? Wê kengê dawî bibe zilma li ser serê min? Gundî û cîranan jibîr kirine reng û navê min Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min. Bajarê Amedê agirê li ser dilê min Ma heta kengê wê koletî bibe barê milê min ? Ji serî heta binî wêran kirin welatê min Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min. *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 31, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz