Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Îro xweza û hawir li min sar e Dibînim çav û awir li min sar e Pêt û guriya agir li min sar e Sing û serî û paxir li min sar e Îro li vê cîhanê pêşî û axir li min sar e Îro Cizîr û Kerbela û Gulîstan sar e Meke û Quds û Kurdistan sar e Tav sar e, av û ax sar e Bihuşt sar e, evîn û havîn sar e Yarê, îro li min nefs û nefes sar e Laş û beden û xwîn sar e Giyan û mirin û jîn sar e Eşq û evîn û Zîn sar e Çendî hebin kitêb û dîn sar e Îro dil û dilyar û Bahadîn sar e Rojhilat û Rojava sar e Hembêza dayîk bava sar e Ronahiya herdu çava sar e Diqerisim lewre tîrêjên tava sar e Sond dixwim dibêm îro dojeh sar e. *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 103, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz