Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez vê helbestê ji bo her çar keçên xwe (Meryem, Aynûr, Rebîa û Berîtan) dikim diyarî!.. Ez îro dibim rêwî û ji axa pîroz bi dûr dikevim Destê min ji bihuşwarê min vediqete û dişemitim Lê dilnahêlim behsa xatirxwestinê bilkim yarê! Ji Birca Belek û ji gora Mem û Zînê xatiran naxwazim Dilbikul im, ji heza welat agirdil im Ji Serxet û Binxetê, ji herîkîna Dîcle û Feradê Xatiran naxwazim. Ji axa pîroz venaqetim, bi tu deran ve naçim Ji Cudî û Sefîneyê, ji Medreseya sor û Mîr Evdal, Ji Cizîrî û ji El Cezerî û ji Cizrawî Xatiran naxwazim dilo, naxwazim Ez ê çawa ji dayîkên windahiyan Ji gorên bêkes û ji kesên bêgor, ji sînor çarmedor Xatiran bixwazim û biçim û biçim Ez xatiran naxwazim, weleh naxwazim Ji êş û evîn, ji şîn û girîn û ji kul û birînên te Ji awir û lawirên te, ji bawermend û gawirên te Ji teyr û tinawirên te Xatiran naxwazim welato weleh naxwazim. Ji heps û zindanan, ji gor û gorîstanan û ji gul gulîstanên te xatiran naxwazim dilo! Ez ê nikaribim xerîbî û bêrîkirina zehmet û dijwar Li xwe bikim pîştî bar û bigerim war bi war û Bajar bi bajar Ez ê nikaribim agirê bêrîkirinê Di dilê xemxur de bihewînim Ez xatiran naxwazim yarê weleh naxwzim Dilê xatir nexwestî wê vegere yarê wê vegere Ma min negotiye axa xelkê li ser gora min heram be Ez ê vegerim, sax an jî mirî ez ê vegerim lewre Xatiran naxwazim, dilo naxwazim. *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 115, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz