Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu muhbet û qibleta min î pak û pîroz Ez rêwî û sêwiyê te me şeb û roz Hecî û tewafkarê bedena te me Tu Xec î, tu Zîn î dildara dilsoz Ez dara eşq û evînê me dil ligel Birca Belek û mekanê Melê me Kulmal im, diltalan im bêdexel Ez Siyabend im, ez Memê me. Tu roj û heyv î, lê tim winda yî li min Şev û rojan ronîdar î li min xafil Tu Şîrîn û Leyla yî, lew agir î li ser dil Ez sêla sor im ku herdem agir li bin Tu Avesta, Mishef û Qurana min î Ez max û qewal û melayê te me Tu Cûdî û Sîpan û Zagros î Ez murîd û Mecnûn û Keremê te me. Tu erd û asîman û bax û bihuşt î Ji navê eşq û evînê welat û sirûşt î Ez Cegerxwîn û Dilbirînê kulmirad im Tu evîn û jîn û Gulîstana singserad î *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 53, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz