Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilê daxdayî ji min bipirsin Da “Edûl” û “Binefş”an bibêjim ez Her bijan û guriya eşqa dilberê Bi şev û rojan dilwêran im ez Çavên evînwinda ji min bipirsin da ez bibêjim kerb û kela dil Çendî xwînbar diherike Robarê min Hêlînxirab û hinavkebab im ez Awirên heybetpiling ji min bipirsin da ez şengşepalan ji dil bibêjim Ey xweda kulbar û bargirê evînê me Ma heta kengê diltalan im ez? Li pey “Xanî” diherikim Robar im ez Ji “Feqî” bipirsin guşeguşa çeman im ez “Mela” şahid e, kevnekevirê bircan im ez Nizanim ev çi evîn e, ji hinavan helandim ez Ey îlahî te ez li zeviya evînê kar kirim Ma “Herîrî” û “Ûryan” im ez? Te ji dil û hinavan parçe parçe kirim Qey te got xaka“Kurdistan” im ez? *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 23, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz