Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Di xewn û xeyalên xwe de min çend dîwarên heftrêz û çend deriyên pola ruxandin? Ji bo bigihêjim te min çend caran ev giyan avêt ber guleyan û kir serad Ey pîroza min! Çend rondik ji van çavan Çend dilop xwîdan ji vê eniyê û çend dilop xwîn ji cerga xwe min kirin taviya barana sibatê û rijand ser singa te Ey pîroza min! Li ser zenda te çend kelepçeyên zilmê ji dest û piyên te min çend zincîrên zorê şehitandin? Bibêje! Ji bo ez te bibînim min ev reh û beden çend caran ji bo te feda kir Ey pîroza min! Li asîmanê te yê şîn min çend leşxur basko kirin Çend caran ez ji kemîna Melkemot rizgar bûm û min çend caran ruhstîn şaş hiştin li pişt derî dergehan, bibêje Ey pîroza min! Ev dil çend şevan bi hesreta te heta sibehan bênavber naliye Tu xeml û xeyalên jiyana min î Ji ber ku bêyî te jiyan dojeh e Ey pîroza min! *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 15, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz