Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

20 views 0 likes
Herdu çavên evîndar bircên kelhan in Jîn û jiyan li navbera awirên wan in Ma ji çi re ye evîna bê şewat û bejî Evîn xweş e ku dil pevre bisojin weke rejî Ger evînê dil kêşiya nava germa cengê Lingên siwar nakevine rikêb û zîn û zengê Cerg û hinav ji kul û xwînê dibin tejî Ku evîndaran çingal avêtin hiş û mejî Bêhna yaran nefes û nûr û jîn e Yê evîndar diltalanê weke Mem û Zîn e Ken û bişirîn heram dibe, cîhan dihejî Ku herdu sotîdilên kebabhinav pevre nejî Sotîdilê hezar sale bi şev û roj nalenale Çendî Mem û Ferhat û Derwêş bûn pale Mîrê miradan xwe veşart li bin tayê hejî Dilo tu çilmisî wê kengê ev giyan dîsa vejî Vejîna evînê li ser singek aram û azad e Arîn û Barînan dil û beden kirine serad e Ey Xwedê tu carekê bext bide me jî Bila ji cure Kulîlkan gulîstana me jî vejî *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 112, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bahadîn Robar
🛒 0

Your Cart