Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey tovê jiyanê tu duh bê al û ol bî Bê qesr û kock bê tac û text Tu hez û rêz, jînber û dilber bî Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Ol li pey hev bûn rêz û sermest û gêj Îbrahîm û Zerdeşt bûne jêderk û serkêş Tu bîçûk xeşîm î, nebe kul û êş Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Mûsa cihûtî danî li pey wî re Manî Bûdîzm û Hîndûîzm destûr stendin ji banî Xweda yek bû, lê olan li pey hev dor danî Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Îsa filetî li Qudsê îlan kir Romayê dest bi kuştin û hîlan kir Dazdeh hewariyan încîl temam kir Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Jixwe êzidî xwedî ol û bawerî bûn Yarasanî û ehlê heq olên xwe danîbûn Şebek û yezdanî jî olên asmanî bûn Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Muhamed îslam kir ola taliyê Misilmantî û Quran bûn navê baweriyê Çendî ol bûn sedema kîn û neyariyê Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov Ew şîret û temiyên Xweda û pêxember Ol û bawerî bûn şûr û xencer Bibîne çendî dilkevir li ser te bûne kedxwer Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov. *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 101, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahadîn Robar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz