Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bahadîn Robar

Bahadîn Robar

21 views 0 likes
Min çend caran ev beden ji sotîneriya asîd û kevnebîran, ji wêrankirina kelesiltan û telemîran vejand bibêjin ey şahidino çend caran? Min çend caran ev sing ji ber simên hespan û çend caran ji tang û top û tîran rizgar kir? Gelo hûn dizanin ev berxwedan û îsyana min ya çendemîn e? Ku li dijî kelepaşa û zirwezîran û şaristaniyên navendî û artêşên dilêxsîran Min çend Sargon û Dehaq û çend Nemrûd û Îskender û çend şer û ceng dîtin? Bila asîman û stêrkên xwe şahidiya min bikin Min çend caran Helepçe û Dêrsim, Zîlan û Pîran li ser vê xakê jiyan kir? Bibêjin, çend gel heliyan û qeliyan ji vê jehrejiyanê? Kanî Keldanî û Asûrî, Suryanî û Nestorî? Lê ez li vir im, li ser koka Mîtanî û Hûrî li ser rêça Gûtî, Med û Kelhûrî. Ez kurd im li Mezopotamyaya Jorî Agir im ji felsefeya Zerdeştê Kal û berxwedan im ji îsyana Şêx Seîdê Kal Bibêje ey dîroka zêrîn, ev çend car in ez ji tofanan re malovaniyê dikim û hê jî li vir im, û her carê jîn didim û vejîn dibim li ser koka xwe? Rast bibêje ey dîrokê ev çend car in? *18.01.2012 zindna Amedê *Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 51, Weşanên Ar. *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bahadîn Robar
🛒 0

Your Cart