Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Şehîdê çeşmê cellad im, hewadar im bi bejnê ra Di `ilmê ‘eşqê neqqad im, rîwayet kim ji ‘amê ra Ji her kes ra rîwayet kim, hemî xelkan hîdayet kim Nikatan ez dîrayet kim, mûhaye me ji dersê ra Mûheya hazir im her dem, esîr û bêhiş û sersem Ku zilf û kakul û purçem, bi lef bêtin bi baê ra Bi lef bên kîsûyê taze, bi saz û çoş û awaze Rûxê aşiq dibit xaze, ji ber tîrê di cergê da Xedemg in min di nêv cergê, kişandim haletê mergê Dema davêje dil zergê, dikim efxan bi derbê ra Ji ber derbê hîlak im ez, hezîn û derdinak im ez Kebab û sîne-çak im ez, hewesbaz im bi yarê ra Hewesbaz im bi xemxwarî, cîhan yekser Ii min tarî Ji min tên nale û zarî, sehergahan bi fecrê ra Di fecr û zûhr û êvaran, dikim feryad û hewaran Qewî dûr im ji nazdaran, birîndar im ji hicrê ra Ji hicra te birîndar im, hezîn û dilkul û jar im Seraba cemr e, wek nar im, telef bû ruh û can pê ra Tecella eqdesê Tûrê, perî-peyker sîfet-horê Bi saxî xistime gorrê, dibim ateş bi nevxê ra Ji nevxa sûrê hicranê, dikim feryad û fîxanê Ketim deryayê nîranê, şikur dîsa ji Xwedê ra Şikur mihnet Xudê da min, ji kî kim Iewme û gazin Hebîba dil wekî asin, kirim toz ez bi xebrê ra  Kirim yexsîr û napeyda, cinûn û wale û şeyda Veristim ez ji nêv qeyda, wekî Mecnûn bi çolê ra Li çol û deşt û sehrayê, dikeşim wayîweylayê Ji hukmê hicrê leylayê, bi husn û netrik û zêrra Bi çeşmê reş îşaret kir, li min mujde beşaret kir Welê teyyê îbaret kir, nîşan da me ji xelwê ra Birim xelvê di nêv suhbet, me noşî badeyê cennet Ji le’lê yara purr hîmmet, ‘edem bûm ez bi curê ra Wucûda perde bû ‘edem, di gel dilber şudem hemdem Siyeh marê mûyê edhem, xelek bestin ji helqê ra Çi yarek taze bû dilber, melek xwuyê perî-peyker Ji perdan wextê derket der, munewer bû cîhan vê ra Cîhan bû xulxul û şahî, ji burcê sewrê ta mahî Ji husna mahê xergahî, diheş girtin ji şewqê re Rihan û lale û qetmer, zibad û mawer û enber Ji rengê buyê te yekser, ezîz in ew ji xelqê ra Dibêjit “Ruhî”yê xemxwar, kelam û şi’rê ateşbar Ji hukmê suhbeta xeddar, cîger sota bi şi’rê ra `Edem: Tune; Şudem: Ez bûm; Zibad: Kef, to; Edhem: Tarî, reş, hespê qer; Bestin: Girêdan; Cinûn: Dîn, şêt; Netrik: Xeml, xişr; Cemr: Germahî; Nevx: Pif, pifkirî; Nîran: Agir, dojeh; Xebr: toz, xubar; Zûhr: Nîvro; Merg: Mirin; Nîqat: Nuqte, xal; Lef: Pêçan; Çeşm: Çav; Neqqad: Erbab, pispor, rexnegir *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz