Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
çiku kes nehin bêje min “aferîn“
Mehmet Afşar - Erşên Evînê
"teyroka payizan li zemîna evîna me daye
evîna me xesandî ye
hêviyên me li baskên çiya mane pêçayî
qêrîna me bager e
bihêz û wek pola ye
dihele kûrahiyan
xwe li rayên azadiyê dipêçe
serbilind û bask li ba ye
dileyîze di cengên giran de
xwe digihîne bilindahiya erşên evînê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön