Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serad Agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltihab Cumleyê alem di keyf û şahiyan de serbilind Lê li ser min berf û ba ye, ah û kovan bêhisab Rê li min hatîye girtin, mam di nêv hindî çiya Kes nema zanî bi halê min feqîrê dilxerab Ez di jêrê Kerbelayê mam di rê da berf û selc Nagihim yar û weten defter, ne qasid, ne kitab Nîn e teyrek ez verêkim hezreta yara ezîz Xakiya bigrit ziyaret bînitin dîsa cewab Fîrefîra rîhê serser tê digel wî berf û pûk Sad ritil têtin bi hev ra rabûye mislê qubab Qubbeya alem li ser min tengî kir berfa spî Nabitin der heqqe me îro duayek mustecab Kes dua nakit ji bo min, mam di darê xurbetê Têk cîhan bûz e, spî nîn e reşayî wek xurab Rehrew im ez rahê min dûr e xerîb im bêweten Zêde berfê da li cergê min du sed tîr û nişab Dil hemil nakit firaqa dilbera nazikbeden Lê çikim berfek ecaîb kefte rê bûye hicab Qesda qelbê min ne berf e, lê ji destê firqetê Berf û bapûkê dikim m’ena, ku şêrin bit xitab “Rûhî”ya bes bêje van ş’erên şewatê pur hezîn Bo te digrîn dar û ber, deşt û çiya, ax û turab *Ruhî mexlasa Şêx Evdirehmanê Extepî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz