Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî

2 görüntülenme 0 beğeni
Leb-gul û gerdan-gul û xebxeb-gul û rûxsar e gul Dem-gul û çehre-gul û len-gul seraser yar e gul Qed-gul û qamet-gul û xedde munewwer gulgulî Cubhetê beyda gul e gul-turreya turrar e gul Çendî nazek herekat e butê gulê pîrê henem ‘Îşwe-gul, nazî-gul û rûniştin û ruftar e gul Nîn e kes yarek wekî yarê me yekser gul bitin Zulfê mişkîn bûyî gul hem kakul û mekkar e gul Mislê bilbil bêhiş ê yarê gul endam im çira? Çunkî gêsû helqedar in perçemî ‘eyar e gul  Hem zenexdan gul heme gulsiye gul ber gul temam Goşîwarê zer li ser gul nikhetê dildar e gul Aşiq im wek bilbilê fesla biharê gul bi dest Lew di nêv camê me îxfa ye gul û îzhar e gul Zend û baz û gul bizane kefgul û esbe’gul e Xunçedêm lew aşiqan subh û mesa ezkar e gul Çeşmê min eynî gulab e ji dîtina yarê ezîz Xende-gul, bûse-gul û awir-gul û dîdar e gul Dilberê gulben çû gul hîna ve be der alemê Ewwel û axir gul e, alem hemî gulzar e gul Yarê min terkîba endamê gul e, yekser gul e Werdê min daîm gul ê, hem qelbê min efkar e gul Afetê ‘eşqa te ser min cumle gul tên gulşenê Meqseda aşiq çi gul bit seng e gul hem xare e gul Xalîba "Rûhî" muşerref bû bi wesla gul-rûxan Lew xezel gul gul dibêjit serteser tekrar e gul *Îxfa: veşartî; Îzhar: eşkere; Ezkar: zikr; Seng: kevir; Gulab: ava gulan; Xar: strî, kelemî dirrî; But: pût; Henem: jîr, biaqil; Hêsû: kezî, gulî *Deşîfrasyon: Xendekî *Ji pirtûka "Dîwana Rûhî", weşanxaneya Belkîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Evdirehmanê Axtepî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz